Çalakiya xelkê taxa Newroz, 10 rojin dewame dike

Çalakiya kon ya xelkê Taxa Newroz a Kerkûkê ya dijî dagirkirina taxê, 10 rojin bê navber dewam dike.
Şêniyên taxê ku hewildanên artêşa Iraqê weke binpêkirina mafê mirovan binav dikin dibêjin: “Em ê bi tu awayî dev ji malên xwe bernedin.”
Îro jî şandeyek ji rêxistinên jinan bi armanca piştevaniya serdana konê çalakiyê kirin.

Artêşa Iraqê 10 rojin ketiye nav taxa Newroz ya Kerkûkê û dixwaze welatiyên li wir ku Kurdin ji malên wan derxe.

Li şûna malbatên Kurdan jî wê malbatên Erebên biyaniyê bicih bikin.

Li dijî vê 10 roje şêniyên taxê di nava berxwedaniyê de ne.

Şêniyên taxê dibêjin ev hewildana Iraqê dagirkeriye, lewma ew bi tu awayî qebûl nakin û dev ji warê xwe bernadin.

Li Taxa Newroz ya Kerkûkê 200 xanî hene, xelkê li taxê Kurdin.

Niha 7 malên li taxê ji aliyê leşkerên Iraqê ve bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin.

Tevî gelek bertekan jî heta niha leşkeran malên dagirkirî vala nekiriye.

Li beramberî vê hewldanê xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.

Şêniyan konê çalakiyê vekirine û bi rêbazê li berxwe didin.

Her wiha gelek caran bang li aliyên pêywendîdar kirine ku destwerdanî mijarê bikin.

Lê tevî gelek serlêdanan jî heta niha artêşa Iraqê li taxê derneketine.

Lewma xelkê taxê hewldanên artêşê weke binpêkirina mafê mirovan binav dikin.

Şandeyek ji rêxistinên jinan serdana konê çalakiyê kirin

Di danê nîvro de şandeyek ji rêxistinên jinan ên bajarê Kerkûkê bi armanca piştevaniya ji bo çalakvanên taxa Newroz serdana konê çalakiyê kirin.

Şandeyê hemû hewldanên li dijî îradeya şêniyên taxê tên kirin şermezarkir.

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Runak Mecîd diyar kir ku divê Iraq kiryarên xwe yên ne qanûnî bi dawî bike.

Hêjayî gotinê ye ku doh jî şandeya ji nûnerên Serokwezîrtiya Iraqê pêk dihat li gel şandeyek ji tîmên şêwirmendên siyasî, serdana taxê kiribû.

Di daxuyaniyê de, wan diyar kiribûn ku ew ê hemû daxwazên şêniyan pêşkêşî Serokwezîr bikin û pirskirêkê çareser bikin.

Konê çalakiyê ya li taxa Newroz a li Kerkukê di roja 8. de ye

Back to top button