Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê sûcê destdirêjiya li zaroka 10 salî ya li Efrîna dagirkirî şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya navenda PYD a bajarê Qamişlo ji aliyê Endama Meclisa Jin a PYD Dîdem Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku jin û zarok li herêmên dagirkirî di xeteriyê de ne û got:
Hişmendiya baviksalarî yên ku dijminên jinê ne hemû cureyên tundiyê li dijî jinan didin meşandin:
Di her gava ku jin biserketiye û dikaribû maf û azadiya xwe vegerîne hêzên serwer li pêşiya wê derketine.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di wê baweriyê de ye ku têkbirina şoreşê girêdayî têkbirina jin e ji bo wê herî zêde êrîşên xwe dibin li ser jinan.
Çeteyên girêdayî dewleta tirk herî dawî destdirêjî du zarokan li bajarê Efrîna dagirkirî pêk anîn.
Em weke Meclisa Jin a PYD van sûcên hovana şermezar dikin.
Meclisê di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku hesab ji dewleta tirk a dagirker bixwazin.