Serdana serokwezîrê Iraqê ji bo Şengalê

Hevserokê Encûmena Ereb û Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê ragihandin ku ew ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê civiyane.

Di çarçoveya serdanên parêzgahên Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihandibû îro bi Rêveberiya Xweser ya Şengalê û pêkhateyên Şengalê re bicive.

Lê serdana wî ya ji Şengalê re hat betalkirin.

“Xelkê Şengalê ji bo pêşwazîkirina serokwezîrê Iraqê amadene”

Hevserokê Encûmena Ereb Ebû Seqir bi Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas re têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ew ji bo pêşwazîkirina Mihemed Şiya Sûdanî bi hemû pêkhateyan ve amadene.

Hevserokan destnîşan kirin ku ewê hemû pirsgêkên Şengalê ji Sûdanî re ragihînin û wiha gotin:

“Hemû pêkhateyên Şengalê ku ji Êzidî, Ereb, Şebek û Şîeyan pêktên îro ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê kom bûne.

Ji ber ku ev serdan, serdanek dîrokî ye û Şengal jî xwedî wî mafiye ku serokwezîr serdana wê bike.”

“Kombûna me ji bo pêşwazî kirina serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ye”

Hevserokan diyar kirin ku nûçeyên derbarê pirotesto kirina Sûdanî de derewin û ev tişt hate gotin:

“Li gorî agahiyên gihiştine ber destê me, ji Serokwezîrê Iraqê re hatiye gotin ku li Şengalê xwepêşandan li dijî wî hene, herwiha çalakiyên leşkerî hene.

Ev hewildane hemû ji rastiyê dûrin, ev kombûyîna me ji bo pêşwazîkirina Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ye. ”

Êzidî û Erebên Şengalê: Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin

Back to top button