PDK dixwaze li dijî Şengalê pilana 9’ê Cotmehê bixe meriyetê

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Sado dibêje PDK û Hikumeta Iraqê carek din hewl didin Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê û got:
“Em bang li hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Şengalê dikin, em bi hevre dijî van planan derkevin.”

Di demên dawî de PDK û Hikumeta Sudanî dixwazin carek din Peymana 9’ê Cotmeyê ya dijî îradeya Şengalê bixin rojevê.

Gorî agahiyan, ji bo peyman bikeve meriyetê, gelek planên veşartî tên kirin.

Plana herî dawî ya PDK’ê provakasyona mizgeftê ya di 27’ê Nîsana 2023’yan de bû.

Derbarê vê mijarê de cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Hisên Sadon ji ajansa Rojnews ê re axivî.

Hisên Sadon: Gelê Şengalê peymana dijî Şengalê qebûl nakin

Hisên Sadon diyarkir ku PDK’e naxwaze îradeya gelê Şengalê nas bike û wiha got:

“Beriya niha gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe û aliyên siyasî ve, vê peymanê qebûl nekirin.

Lê heya niha rêz li îradeya civaka me nehatiye girtin û ji bo vê peymanê jî nêrînên tu kesekî nûnertiya Şengalê bike nehatiye girtin. ”

Hisên Sadon: Divê hemû pêkhateyên Şengalê li dijî vê pilanê derkevin

Hisên Sadon di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ev plan li dijî hemû xelkê Şengalê ye û ev bang kir:

“Lazime em hemû bi hevre vê plana wan a pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê vale derxin, ji bo wê jî lazime gelê me rabin ser xwe, bi meş û çalakiyan û bi tifaqek mezin tevbigerin.”

Back to top button