Gerîla TV dîmenên çalakiya li dijî leşker û kontrayên Tirk weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Kato Xelîla weşand. Di encama çalakiya gerîlayan de 13 leşker û kontra hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

Artêşa Tirk a dagirker bi biharê re li ser girê Çelê Buka yê li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi çêkirina qereqoleke nû kir.

Hêzên dagirker bi yekîneyên ji kontra û leşkeran hewl didin ku rêyên ber bi qereqolê ve ewle bikin.

Gerîla ev yekîneyên dijmin demeke dirêj şopand, kontrol kir û piştre li dijî wesayiteke bi tîpa transît a dagirker dibir herêmê çalakiya sabotajê kirin.

Çalakî li dijî vê wesayitê hate kirin ku kontra û leşker tê de bûn.

Back to top button