Dagirkeran gundê Mîrkan ê Mabata dorpêç kir û 150 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde dibin.
Dagirkeran gundê Mîrkan yê Mabata dorpêç kir û 150 sivîl revandin. Li navenda Efrînê jî du mal desteser kirin.

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê zêde dibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên delwleta Tirk a dagirker serê vê sibehê bi ser gundê Mîrkan ê navçeya Mabata de girt û 150 sivîl revandin.

Hat diyar kirin ku ku çeteyan gund dorpêç kir û ji bo tu agahî ji gund dernekevin telefonên şêniyan desteser kirin.

Hat ragihandin ku çeteyan bi giranî şêniyê bi navê Xelîl Hisnî Hemdî êşkence kir.

Her weha duh çeteyan gelek sivîl ji gundên Erendê û Tirmîşa yê Mabata revandin

Beriya çend rojan jî, li navçeya Şêrawa çeteyên gundê Basûfanê yê Êzîdî dorpêç kiribû û gelek sivîl ji gund revandibû.

Dagirkeran du malên Efrîniyan desteser kirin

Li aliyê din, çeteyan malên şêniyên bi navê Sîdo Ehmed Mistefa û Eslan Qedûr yên li taxa Eşrefiyê yê Efrînê desteser kirin û veguherandin navendên xwe.

Back to top button