Biden li pêş kamereyan derziya li dijî vîrûsA Coronayê bikar anî

Serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden, ji bo baweriya bi derziya li dijî vîrûsê bide avakirin li pêş çapemeniyê derzî bikar anî.

Di demek ku vîrûsa corona mûtasyon derbas kiriye û bileztir belav dibe, xebatên bikaranîna derziya li dijî vîrûsê jî zêde bûn.

Li DYA, Kanada û Rûsya ku derzîkirin lê didome, dema bikaranîna derziyê li Ewropa jî diyar bû.

27’ê Kanûnê wê lêdana derzî li Ewropa despê bike.

Lê tevî vê di demên dawiyê de li dijî derzîkirin teoriyên cuda ketine rojevê.

Serokên welat û navdarên cihanê ji bo qanekirina her kes a bi derziyê li pêş kamerayê derzî bikar tênin.

Herî dawî serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden derzî bikar anî.

Biden got, tiştek ku jê were tirsîn tuneye.

Roja înê jî Cîgirê Serokê DYA Mike Pence li pêş kamerê derzî bikar anîbû.

Back to top button