Qamişlo-Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê kongra xwe ya 6. lidar xist

Yekîtiya Nivîskarên Kurd Li Sûriyê kongra xwe ya 6’emîn li Qamişlo li dar xist.
Di kongrê de, teqezî li ser berfirhkirin û çalakirina karê yekîtiyê hate kirin.

Bi dirûşma “Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê sembola nivîskarê serbixwe ye” Yekîtiya nivîskarên Kurd 6’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongir li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdariya 41 endaman hat lidarxistin.

Di kongirê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Bar û berpirsyareya herî mezin û giran di pêşxistina civakê dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîran de.

Ji ber vê yekê divê her kesê xwedî pênûs û fikir bi hemû erkê xwe rabe û rola xwe rast bilîze.

Bal hate kişandin ser êrişên dewleta Tirk û ev yek hate ziman:

“Tirkiyê bi her awayî hewl dide vîna vî gelî têk bibe, lê bisernakeve û hebûna me li vê kongrê misogeriya vê gotinê ye.”

Piştre sinvzyonek derbarê karê yekîtiyê de, hate pêşandan û rapora xebata 2 salan hate xwendin.

Dawiyê, hilbijartin hatin lidarxistin.

Back to top button