“Zimanê me rûmeta me ye”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Peyman Ebdurehman û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û wiha gotin: “Tevî zor û zehmetiyan gelê kurd xwedî li zimanê xwe derketin û parastin. “

Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyê, Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir.

Zimanê Kurdî di wê dema dîrokî de bi tîpên latînî dihat xwendin û nivîsandin.

Beriya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin.

Ji bo bîranîna vê rojê ji 2006’an ve 15’ê Gulanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Tevî van zextan bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê re pêşveçûyîneke balkêş di zimanê Kurdî de çêbûye, roleke girîng lîstiye û heta roja me ya îro hatiye parastin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Peyman Ebdurrehman û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim nêrînên xwe anîn ziman.

Peyman ebdurehman: Hewldanên pişaftinê hatin tunekirin

Peyman diyar kir ku bi salane her cure êrişên tunekirin û pişaftina ziman li ser gelê Kurd tê kirin.

Peyman da xuyakirin ku wan di dema Rejîma Baas nedikarin bi awayek vekirî bi zimanê xwe bi axivin û binivîsi.

Peyman li ser rolê Şehîd Viyan Amara a di pêşxistina zimana zimanê Kurdî de jî wiha anî ziman:

Şêrîn Mislim: Di warê zimanê Kurdî de gavên mezin hatin avêtin

Şêrîn Mislim jî da zanîn ku ji bo Gelê Kurd xewn û xeyal bû ku di dibistan û zanîngehan de zimanê Kurdî were dayîn.

Back to top button