KCK: Hêzên kapîtalîst ji bo pêkanîna armancên xwe Rêber Apo wekî astengî didîtin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna pêngava azadiyê kir û got: “Hêzên hegemonîk Xwestin di sedsala 21’an de jî weke sedsala 20’an Kurdan bê nasname, Rêber û bê statu bihêlin.
Lê gelê Kurd li her derê xwedî li berxwedana dîrokî ya Îmraliyê derket.
Divê Konseya Ewropayê erkên xwe pêk bîne û bersivê bide hêviyên gelê Kurd.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya salvegera komploya navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyanî da.

KCK’ê komploya navneteweyî şermezar kir û got:

“Hêzên kapîtalîst ên navneteweyî ji bo pêkanîna armancên xwe li Rojhilata Navîn Rêber Apo wekî astengî didîtin.

Wan dît ku tevgera Kurd a azad a bi pêşengiya Rêber Apo xwedî potansiyela bandorkirina li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ji ber wê ev komplo li dijî wî pêkanîn.”

KCK: Hêzên hegemonîk xwestin sedsala 21’an jî weke sedsala 20’an be

KCK’ê diyar kir ku Kurd di bin pêşengiya tevgera Apo û li Rojhilata Navîn bûn dînamîka herî mezin a guhertin û veguheztinê û got:

“Hêzên hegemonîk Xwestin di sedsala 21’an de jî weke sedsala 20’an Kurdan bê nasname, Rêber û bê statu bihêlin. Lê gelê Kurd li her derê xwedî li berxwedana dîrokî ya Îmraliyê derket.

Xeleka berxwedanê ya ku gel û şehîdên me ku li derdora Rêbertî ava kirin, xeleka herî bingehîn bû ku nehişt komplo bigihêje armancê xwe.”

KCK: Tişta ku li Îmraliyê tê meşandin pergaleke qirkirinê ye”

KCK’ê anî ziman ku tişta li Îmraliyê tê meşandin pergaleke qirkirinê ye û got:

“Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê navenda sereke ya têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrişan e.”

KCK: Sedema bingehîn a êrişên tunekirinê ji tirsa azadiya Rêber Apo ye

KCK’ê diyar kir ku sedema bingehîn a hemû êrîşên qirkirinê yên bi stratejiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd ji tirsa azadiya Rêber Apo ye û got:

“Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî ya ku azadiya Rêber Apo pêk tîne, paşguh dike û nas nake.

Divê Konseya Ewropayê erkên xwe pêk bîne û di çarçoveya prensîbên mafên mirovan, demokrasî û edaletê de bersivê bide hêviyên gelê Kurd. Em bi biryar in ku ji her demê zêdetir têkoşîna xwe berfireh bikin.”

KCK: Divê her kes beşdarî pêngava azadiyê bibe û têkoşînê mezin bike

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku beşdarî Pêngava Azadiyê bibe û têkoşînê mezin bikin.

PKK: Divê sîstema Îmraliyê bê perçekirin

Back to top button