Til Temir- Erebeyek hat bombebarankirin

2 rojin dewleta Tirk bê navber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Ji doh bi şev heta îro 17 gundên herêmê bi dijwarî topbaran kir.
Û erebeyek li Til Temirê bombebaran kir û têde ciwanek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til El Leben û Gûzeliyê yên navçeya Til Temirê topbaran kir.

Balafireke bêmirov a biçek li taxa Hemra ya navçeyê û li nêzî baregeha Rûsyayê, erebeyek kir hedef.

Di bombebarana balafira dewleta Tirk de ciwanê bi navê Ebdurehman Reşîd Hesen (17) birîndar bû.

Û niha li nexweşxaneya Lêgerîn tê dermankirin.

Dagirkeran êrişî 15 gundên herêmê kirin

Li gundê Behîra û Til Hemdûn ên Amûdê jî topbaran hebû.

Li heman navçeyê dewleta Tirk gundê Marît bombebaran kir û têde 2 welatî birîndar bûn.

Artêşa dewleta Tirk gundên Sîlem û Kûltepe yên rojava û rojhilatê Kobanê da ber topan.

Her wiha gundên Bûban û Siftek ên rojavayê Kobanê jî bûn armanca êrişên dagirkeran.

Li tepê Ehmed Mûnîr ê rojavayê Kobanê, nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê jî bû hedef.

Ne tenê Kobanê, Şehba jî bû hedefa êrişên dagirkeriya Tirkiyê.

Di vê derbarê de gundê Şêx Îsa û Hesacê yê Til Rifetê û gundê Herbel û Wehşiyê yên Şehba hat topbarankirin.

Heman dagirkerî gundê Aqîbê, Dêrcimêl, Bênê û derdora Ziyaretê yê navçeya Şêrawa da ber topan.

Ji ber êrişan li gundê Aqîbê 20 serî pez ên ayidê welatiyê bi navê Welîd Hemade telef bûn.

Li Şehbayê jî gundê Semuqa ji aliyê dagirkeran ve hat hedefgirtin.

Back to top button