Artêşa Tirk a dagirker îro jî piraniya gundên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi çekên giran topbaran kirin. Dagirkeran gundên Kobanê, Şehba, Minbic, navçeyên Zirgan, Til Temir û Amûdê da ber topan.
Ji gundên Şehaba û Efrînê heta bi Minbic, kobanê û ji wir hata bi gundên Amûdê, til temir û zirgan careke din rastî êrişên dewleta Tirk hatin.
Dagirkeran gundên Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran kirin
Artêşa tirk a dagirker beriya niha bi çend saetan gundê Dêrcimêl, Bênê û derdora Ziyaretê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.
Her wiha gundê Hesacê û derdora navçeya Til Rifat ya girêdayî herêma şehbayê jî hat topbaran kirin.
Artêşa Tirk gundên Semoqa, Şêx Hîlal, Şêx Îsa û Bêlûniyê yên Şehbayê, gundên Soxanekê, Bênê, Ziyaretê, Dêr Cemal, Aqîbê, Kefer Antûn ên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Seatên sibehê, dagirkeran gundên Medûn û Radar ên girêdayê kantona Şehbayê da ber topan.
Gundê xerab eto û Til Cîşan jî rastî êrişan hat.
Di saetên êvarî de jî gundên Cêşan, Qeremox û Kogran ên li rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran kirin.
Di seatên nîvro de jî, gundên Zormixar, Derbazinê, Aşmê û gundên Xerbîsan û Koran ên li rojhilatê bajêr jî hatin topbarankirin..
Gundên Minbicê jî hatin topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji gundê Toxar ê rojhilatê Minbicê heta gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajêr jî, da ber topan.
Artêşa Tirk Zirgan û Til Temir da ber topan
Navenda navçeya Zirganê û gundê Rebîat ê dikeve rojavayê wê jî bi obus û hawnan bû hedef.
Di heman demê de, gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Tewîla û Til Cuma yên Asuriyan li rojavayê navçeya Til Temirê, gundê Til Şenan ê Asuriyan ku li bakurê rojavayê navçeyê ye hat topbarankirin.
Dagirkeran êrişî dibistana gundê Bihîre yê Amûdê kir
Rêveberiya dibistanê ji bo parastina zarokan neçar ma wan bişînin malê.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til Hemdûn û Marît ê navçeya Amûdê topbaran kirin.
Di encama êrişên ser gundê Marîtê de 2 welatî birîndar bûn.
Rêya M4 û xwaringeheke Eyn Îsa hatin topbaran kirin
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 û Xwaringeha Nexîl li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Ji bilî êrişên domdar tevgera balafirên şer li asîmanên herêmê dewam dikin.