“Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin”

Ciwanên Tebqa û Minbicê bi meşeke meşaleyan piştrast kirin ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û amade ne ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Bi dehan ciwanên Minbicê û endamên rêxistinên ciwanan ên partiyên siyasî çalakiyeke bi meşalayan li dar xist û êrşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di maşê de endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emîne Osman axivî û bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hember van êrişan şermezar kir.

Her wiha bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku bêhtir li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin da ku destkeftî û xaka herêmê biparêzin.

Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa meşek bi meşaleyan li dar xist û êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyên şermezar kirin.

Ciwanan teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.

Back to top button