Nazîla Marûfiyan 13 rojan li Silêmaniyê di bin êşkencê de ma

Rojnamevan Nazîla Marûfiyan li ser hesaba xwe yê medya civakî X’ê ragihand ku ew li Silêmaniyê hat binçavkirin, 13 rojan di bin çavan de ma û îşkence lê hatiye kirin.

Rojnamevan Nazîla Marûfiyan’a di peyamê de diyar kir ku ji ber ku wê bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvînek kiribû ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi dehan car hate revandin û binçavkirin.

Marûfiyan di dewamê peyamê de da zanîn ku ew piştî ji girtîgehê derket xwe spart
Başûrê Kurdistan.

Marûfiyan eşkere kir ku ew li Silêmaniyê hat binçavkirin, 13 rojan di bin çavan de ma û êşkence li wê hatiye kirin.

Rojnamevan Nazîla Marûfiyan herî dawî eşkere kir ku ji ber ew di girtîgehê de rastî êşkenceya zayendî hatibû ji 1’ê Îlonê û pêve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

Piştî wê di 10’ê Îlonê de hatibû berdan.

Back to top button