Li Qamişlo bi hezeran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê

Bi hezeran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 3 şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Şervanên YPG’ê Îkan Koç bi nasnav Rûbar Erzincan, Mihemed Teşkîn bi nasnav Zekî Pirsûs û şervanê QSD`ê Ebdurezaq Kamirî bi nasnav Rênas Oremarê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Bi hezeran şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, endamên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heyva Sor a Kurd tevlî merasîma şehîdan bûn.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî û got: “Gelê ku şehîdan dide xwediyê rûmetê ne.

Em hemû dizanin ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Roj bi roj em şehîdan didin. Ev jî îsbat dike ku têkoşîn û xebata me didome.”

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên ”şehîd namirin” de hatin oxir kirin.

Back to top button