Tevgera Jinên Ciwan soza şopandina rêya şehîdan dan

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Tevgera Jinên Ciwan ên navçeyên Dêrik û Dirbêsiyê şehîdên êrişa Dêrikê bi bîr anîn.

Bi dehan endamên Tevgera Jinên Ciwan û şênî li bajarê Dêrikê kom bûn.

Li wir Dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Umer axivî û got:

“Şehîdên me bi payeya şehadetê ji akademiya şehîd Nisrîn derçûn, em soza şopandina rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan didin.”

Çalakî bi siloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Li navçeya Dirbêsiyê jî bi dehan endamên tevgera Jinên Ciwan û sazî û meclisan li qada Sûka Navendî kom bûn û mûm pêxistin.

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Elîza Hiso bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî herêmê Şermezar kir .

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

Şêniyên Dêrazorê: Emê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin

Back to top button