Wê li Qamişlo û Hesekê 18 çirayên trafîkê werin danîn

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê wê li Qamişlo û Hesekê 18 çirayên trafîkê deyne. Li aliyê din, gelek kolanên girtî yên li Qamişlo hatin vekirin. 

Rêveberiya Trafîkê ya Herêma Cizîrê sala 2021’ê weke tecrube çirayeke Trafîkê li Qamişlo danî.

Piştî ku dît bandora wê erênî bû biryar da ku jimara van çirayên Trafîkê zêde bike.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Gerînendeya Trafîkê ya Herêma Cizîrê Mihemed Şêxanî li ser mijarê axivî.

Mihemed diyar kir wê 10 çirayên trafîkê li Qamişlo û 8 jî li Hesekê werin danîn.

Li gorî Mihemed Şêxanî cihên wan jî ev der in:

Li Qamişlo wê li çerxerêyên El-Şerq, Muaselat, Firin, El-Wihdê, Xelîc, Osman Sebrî, Elef, Elaya, Kolanên Munîr Hebîb û Şaredariyê werin danîn.

Li Hesekê jî li çerxerêyên Sebax, Sînalko, Agirkujê, Dêra Asûriyan, Salihiyê, Xiwêran û Sînaa ne.”

Her wiha Mihemed Şêxanî ragihand li Qamişlo gelek kolan ku ji ber rewşa şer hatibûn girtin jî hatin vekirin.

Back to top button