Ehmed Xoca: 15’ê Tebaxê bû sedema hişyarbûna gelê Kurd

Endamê Rêveberiya PYD’ê Ehmed Xoca 15’ê Tebaxê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker wê li hember vîna gel a Pêngava 15’ê Tebaxê têk biçe.”
Welatparêzê ji Hesekê Mûstafa Yasîn jî dibêje “Eger têkoşîna PKK’ê nebûya, em nedigihîşt vê serdemê. Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye.”

Ji Rêveberiya PYD’ê ya Herêma Firatê Ehmed Xoca bi boneya salvegera 38. a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ajansa Firatê re axivî

Ehmed Xoca di serî de pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbe Apo û hemû gelên Kurd û yên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Rêveberê PYD’ê yê herêma Firatê diyar kir pêngava 15’ê Tebaxê Kurd ber bi azadiyê ve bir û ev roj wek roja şiyarbûna gelê Kurd pênase kir.

Xoca diyar kir ku şoreşa Rojava encama pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Mûstafa Yasîn: Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya li Rojava şoreş pêk nedihat

Mûstafa Yasîn Mihemed Elî yê ji Hesekê ku ji wan kesan e ku destpêkê Tevgera Azadî nas kiriye got: “Gava ku di 15’ê Tebaxê de hat avêtin hêrsa me ya li dijî dijmin mezintir bû”

Mûstafa Yasîn diyar kir ku eger têkoşîna PKK’ê nebûya, ew nedigihiştin vê serdemê û tekez kir ku Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye.

Back to top button