Dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Îro careke din herêm ji aliyê dewleta Titrk ve hat topbaran kirin ..
Dagirkeriya Tirk gundê Bênê ê Şêrawa topbaran kir.

Artêşa Tirk beriya du seetan carek din gundê Bênê yê Şêrawa bi çekên giran topbaran kir.

Di heman demê de li asîmanê gund tevgera balafirên keşfê yên biçek ên dagirkeriya Tirk hebû.

Vê sibehê jî heman gund ji aliyê heman dagirkerî ve hat topbaran kirin .

Nêzî 20 guleyên obîsê li herêmê ketin .

Duh jî Dagirkeran gundên Til Medîq, Bendava Şehbayê jî dane ber topan.

Derdora 15 topan li deverên navborî ketin.

Beriya wê jî gundên Til Enib, Zîwan û Şealê hatin topbaran kirin .

Back to top button