Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: êrîşên Tirkiyê girtîgehên DAIŞ’ê bê parastin hiştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê teqez kir ku, ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, girtîgehên DAIŞ’ê li herêmê bê parastin man.
Wezîrê Rûsî got, divê civaka navnetewî li dijî xetereya van terorîstan bikeve tevgere.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê diyar kir ku, êrîşa Tirkiyê hişt ku 12 girtîgeh û 8 kampên ku DAIŞ’ê lê dimînin, bê parastin bimînin û ev yek bijarteya revîna wan ji welatên wan re derdixîne holê.

Wezîrê Rûsî destnîşan kir ku, pêwîst e, civaka navdewletî kar û xebata xwe ya li dijî xeteriya terorîstan û bîrdoziya wan bike yek û bi lez bikeve tevgerê.

Her wiha Sergey Şiwêgo idia kir ku, wezareta parastinê di vî warî de pisporiyek qezenc kiriye û ew amade ne wê bi hevkarên xwe re parve bikin.

Leave a Reply

Back to top button