Çekdarên Feyleqa 5’ê daxwaza çûna El-Esed û hilweşandina hikûmetê kirin

Li bajarê Besra El-Şam çekdarên feyleqê 5’ê piştî bidawîbûna dewreyeke perwerdê, bi diruşmeyan daxwaza çûna EL-ESED ji ser desthilatê kirin.

Li parêzgeha Derayê jî nerazîbûn û serîhildana li hemberî hikûmeta Şamê dewam dike.

Li bajarê Besra yê Derayê feyleqa 5’ê ya bi ser Rûsya ve dewreyeke perwerdeyê ya çekdarên xwe bi dawî kir.

Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî derçûna dewreyê derdora hezar çekdarî li qadeke bajêr kom bûn û dirûşmeyên çûna EL-ESED û hilweşandina hikûmetê berz kirin.

Back to top button