Li bajarê Babê di navbera çeteyên artêşa Tirk û malbata Al Wakî de şer derket û ji ber wê jî metirsî di nava şêniyan de çêbûye.
Çeteyan îro hewl da bi ser mala kesekî de bigirin ku polîs e û ji malbata Al Wakî ye û gule ber bi mala wî ve berdan.
Di encamê de, xwediyê malê ji lingê xwe birîndar bû.
Çavkaniyan, diyar kir ku çeteyan xwediyê male girt û tevlihevî û metirsî di taxê de çêbûye.
Li herêmên bakurê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, tevlihevî zêde dibe û berteka şêniyên wan herêman jî her diçe zêde dibe.