6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî ku li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşma “Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne” hatibû lidarxistin, bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
Di serî de endamê navenda Çand û Hunerê Amir El Inad bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre helbest bi cûreyên Fesîh û Nebtî ji aliyê gelek helbestvanan ve hatin xwendin.
Piştî xwendina helbestan stran û muzîk ji aliyê koma Tebqayê ve hatin pêşandan.
Di dawiyê de beşdar û Komîteya Amadekar a hevdîtinê, Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, Studyoya Tebqayê û Nivîsgeha Çalakî û Teknîkê hatin xelatkirin.