Elî Hesen: Tirkiyê piştgiriyê dide DAIŞ

Berdevkê Hêzên Asayîşê Elî Hesen anî ziman ku heta dewleta Tirk piştgiriyê bide DAIŞ’ê dê xeteriya wê dewam bike.

Elî Hesen diyar kir ku piştî serketina li Baxozê ya 23’ê Adara 2019’an demeke nû ya têkoşînê dest pê kir û got:

“DAIŞ bi êrişa li ser saziyên leşkerî û sivîl ên li herêmê hewl dide ku hin herêman ji nû ve bi dest bixe.”

Elî balkişand ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: ”DA’Ş çavkanî û piştgiriyê ji Tirkiyê digire.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde û bi rêxistin dike û wan dişîne.”

Berdevkê Hêzên Asayîşê piştrast kir ku operasyonên wan li dijî şaniyên DAIŞ’ê dewam dikin û ew gel biparêzin.

Back to top button