Jinên Efxan girtina dibistanên amadehî yên jinan şermezar kirin

Ji mafê her kesî ye ku bixwîne ..

Çi jin be û çi zilam be ..

Lê li Efxanistanê ne wiha ye.

Ev maf ji bo zarokên keç derbas nabe.

Li paytexta Efganistanê Kabûlê jin li dijî biryara girtina dibistanên jinan a tevgera Talîbanê ya daketin qadan.

Li Efxanistanê, piştî girtina demek dirêj ,berî çend rojan deriyên dibistanan ji bo xwendekaran hatin vekirin.

Lê dema gihiştin ber derê dibistanê her kes matmayî man.

Ji ber rê nehat dayîn ku xwendevan û mamostayên jin bikevin hundir.

Li hember vê rewşê bi dehan keç û jin li paytext Kabolê li ber Wezareta Perwerdeyê xwepêşandan li dar xistin..

Xwepêşandêra bi navê Leyle Basim ji AFP`ê re diyar kir ku divê Talîban demildest dibistanên jinan veke.

Endamên Talîbanê mudaxele li çalakiya jinan kir û çalakî belav kir.

Raayedaran têkildarî biryara girtina dibistanan tu daxuyanî nedan..

Lê AFP`ê da zanîn ku biryar di civîna roja sêşemê ya rayedaran a li bajarê Qendeharê de hatiye dayîn.

Back to top button