
Agirê Newrozê îsal bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” tê pêxistin. Îro jî li bajarên herêmê pîrozbahiyên newrozê hatin li dar xistin. Şênî li hem kom dibin û Newrozê bi hev re pîroz dikin.
Newroza 2023’an hat û pêre heyacana gel li her derê xuya dibe.
Zarokan cilûbergên xwe yên kurdî li xwe kirine û bi gotina sirûda Ey Reqîb, Cejna Newrozê pêşwazî kirin.
MSD’ê û Rûspiyên eşîran agirê Newrozê pê xistin
Newroz li bajaran bi şahiyan û pêxistina agir tê pîroz kirin.
Îro Nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD de, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” li Hesekê agirê Newrozê dada.
Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
Agirê Newrozê li Minbicê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi beşdarbûna bi sedan şêniyên bajêr, ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin.
Li pîrozbahiyê piştî rêzgirtinê, dayikan agirê Newrozê pê xist û kevok firandin.
Her weha axaftin hatin kirin û komên çandê berhemên xwe pêşkêş kirin.