Di panelekê li Girkê Legê de teqezî bi pêkanîna yekitiya nîştimanî hat kirin

PYD`ê ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li herêmê û bandorên wê li ser doza Kurd paneleke diyalogê li navçeya Girkê Legê lidar xist.

Di panelê de bi dehan rûspiyên Kurd ên navçeya Girkê Legê beşdar bûn.

Di panelê de hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê kir.

Asya Abdullah got: “Em partiyeke kilasîk in, armanca me ne desthilat e lê belê pêkanîna mafên demokratîk ên gelê Kurd e.

Em amade ne yekitiya nîştimanî pêk bînin, lê bi şerta ku berjewendiyên gelê Kurd pêk bîne.”

Beşdaran rewşa herêmê bi giştî û doza kurd, gavên pêwîst ku divê werin avêtin ji bo ku yekitiya nîştimanî pêk were, nîqaş kirin.

Di dawiyê de li ser girîngiya pêkanîna yekitiya nîştimanî di vê pêvajoyê de ji bo têkbirina astengiyên ku dijmin li pêşiya doza kurd derdixe, li hev kir.

Back to top button