Li Amedê Konferansa Zimanê Kurdî hat lidarxistin.
Di konferansê de Cîgirê Hevserokên Giştî yên Dem Partiyê Tayyîp Temel jî axivî û da zanîn ku li Îmraliyê mijara sereke ya Rêber Apo zimanê Kurdî ye.
Konferansa Kurdî ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ hat lidarxistin.
Di roja duyemîn a Konferansê de Cîgirê Hevserokên Giştî yên Dem Partiyê Tayyîp Temel li ser rojeva Îmraliyê axivî.
Tayyîp Temel: Li Îmraliyê kurdî meseleya sereke ye
Tayîp Temel, li ser rola PKK’ê ya parastina çand, ziman û hunera Kurdî axivî û diyar kir ku bi banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk re wê ev têkoşîn bidome.
Her wekî got: “Li Îmraliyê zimanê Kurdî meseleya sereke ya Sekreteryaya Îmraliyê ye. Perwerdehiya bi Kurdî ya di hemû astan de niha li Îmraliyê tê nîqaşkirin. Di danûstandinan de ji ziman bigire heta rêveberiyên herêmî, qeyûm mijara danûstandinê ne.”
Li gorî Temel, Rêber Apo wiha gotiye:
“Ez li derve bûma weke prensîb min ê nehişta yek zarok jî bêyî zimanê Kurdî mezin bibe.
Çima zimanê Kurdî ji hêla siyaset, nivîskariyê ve ewqasî belengaz maye?”



