Hevdîtina bi kes û malbatên Kurd ên ku ji bo wergirtina mafê hemwelatîbûnê xwe tomar kiribûn îro dest pê kir.
Hevdîtin li 4 navendan, Hesekê, Çilaxa û Qamişlo tên kirin.
Hevdîtin li gorî dîrok û saetên berê hatibûn amadekirin, tên kirin.
Qonaxa yekemîn a hevdîtinê ji nêzî 2 hezar û 892 malbatan û 10 hezar daxwaznameyên ferdî pêk tê.
Berpirsên navenda hevdîtinê diyar kir ku ev xebat di 3 qonaxên sereke re derbas dibin.
Her wiha îşraet pê kir ku deriyê pêşwazîkirina daxwaznameyan heya mehekê li pêşiya kesên ku berê xwe tomar nekirin, vekiriye.
Kesê nikarîbûn berê serlêdan bikin û xwe tomar bikin dikarin serî li avahiya Parêzgeriya Hesekê bidin.
Hêjayi bi bîrxistinê ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri 16`ê Çileya îsal Biryarnameya 13’an derxistibû û mafê welatîbûnê ji bo Kurdên ne qeyîdkirî hat naskirin.



