Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya li gel wê serdana welatiyên navçeya Bêrecûk û Pirsûsê yên Rihayê ku ketine ber tesîra erdhejê kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û şandeya pê re serdana welatiyên li navçeya Bêrecûk û Pirsûsê yên Rihayê ku di erdhejê de bandor bûbûn kir.
Şande, destpêkê li navçeya Bêrecûkê çû cihê avahiya ku di erdhejê de hilweşiyabû û piştre jî serdana welatiyên di bin konan de dimînin kir.
Şandeyê li Pirsûsê jî serdana malbatên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirin kir.
Şandeyê ji malbatan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwestin.
Tayîp Temel: divê gel dest ji axa xwe bernede
Cîgir Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel piştî civîna bi navendên koordînasyona krîzê re daxuyaniyek da û got: “Desthilat vê karesatê veguherand krîzê û ji bo vê xakê ji mirovan xalî bike koçberiyê teşwîq kir.
Lê divê ev gel dest ji vê axê bernede û çanda vir biparêze.
Lewma divê her kes ji bo jinûveavakirinê seferber bibe.”
Temel diyar kir ku ya ku Semsûrê li ser pêyan bihêle piştevanî ye.