Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Kes nikare Roja me tarî bike” konferansa xwe ya têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, bi encamnameyekê bi dawî kir.

Di konferansê de, hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed axivî û got: “Em soz didin şehîdan ku rêya wan bi dirûşma Kes nikare Roja me tarî bike, berdewam bikin.”

Piştre perspektîfên Rêber Ocalan hat xwendin.Her wiha sînevizyonek têkildarî jiyana Rêber Ocalan hate pêşandan.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

  • Hin xalên girîng yên encamnameyê wiha ye:Lidarxistina konferansan der barê Komploya Navneteweyî de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
  • Vekirina dewreyên fikrî ji bo şîrovekirina pirtûkên Rêber Ocalan.
  • Jinên ciwan ji hemû herêman nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re rêkin.

Hesekê-Yekitiya Jinên Ciwan li dijî komployê konferansek hat li darxist

Back to top button