Ev 89 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin, 89 roj in tu agahî nayên girtin. Têkildarî revandina Silêman Ehmed de koma parastinê diyar kir ku heta, niha PDK’ê ti daxuyanî di derbarê silêman Ehmed de nedaye.

Rojnemevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 89 rojin agahî nayê girtin.

Roj bi roj metersînek mezin li ser jiyana Sliêman Ehmed zêde dibe.

PDK’ê rê nade ne Parêzer ne jî malbat keseke hevdîtinê li gel wî bike.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.”

Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye revandin.

Koma Parastina Silêman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.

Ev 88 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button