BUSEYNA ŞABAN: TIRKIYÊ BI RIYA NUQTEYÊN XWE XAKA SÛRIYÊ DAGIR KIRIYE

Piştî ku rejîma Sûrî bejahiya Bakurê Hemayê bi giştî kontrol kir, êdî nuqteyên dewleta Tirk ên ”Çavdêriyê” li herêmê dibin armanca rejîma Sûrî.
Gelek caran ev nuqte bûne armanca balafirên şer ên rejîmê, her dawî jî di çarçoveya kontrolkirina bajarokê Xan Şêxûnê de bû.
Têkildarî mijarê Şêwirmenda rejîma Sûrî Buseyîna Şaban diyar kir ku dewleta Tirk bi riya nuqteyên xwe xaka Sûriyê dagir kiriye.
Buseyna got:
Artêş wê nuqteyên dewleta Tirk û terora li wir bidawî bike.

Duh di encamê şerê rejîmê li dijî çeteyên dewleta Tirk, rejîmê tevahiya bejahiya bakurê Hemayê kontrol kir.

Di encamê vê kontrolkirinê de, nuqteya ”Çavdriyê” ya dewleta Tirk li bajarokê Morig ji aliyê rejîmê ve hat dorpêçkirin.

Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rejîma Sûrî Buseyna Şaban axivî.

Buseyna diyar kir ku ”dewleta Tirk pabendî lihevkirina Astanyê nebûye û bi riya nuqteyên xwe yên ”Çavdêriyê” xaka Sûrî dagir kiriye.”

BUSEYNA ŞABAN: TIRKIYÊ BI RIYA NUQTEYÊN XWE XAKA SÛRIYÊ DAGIR KIRIYE

Buseyna Şaban destnîşan kir ku ev nuqteyên dewleta Tirk bûne baregehên pevguhertina çekan û artêş wê van nuqteyan û terora li herêmê bidawî bike.

ERDOGAN Û PÛTIN JI BO REWŞA IDLIBÊ WÊ BICIVIN

Ev axaftina Buseyna Şaban di wextekî de tê ku têkildarî nuqteyên ”Çavdêriyê” tê payîn ku serokê Tirkiyê Erdogan ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê, li Rûsyayê li gel serokê Rûsyayê Viladîmir Pûtn hevdîtinekê pêk bîne.

Beriya vê yekê jî, Erdogan û bi riya pêwendiyeke telefonê bi Pûtin re, destnîşan kiribû ku ”operasyonên rejîmê li Idlibê dibin gef li dijî ewlehiya netewî ya Tirkiyê”

Her wiha di heman çarçoveyê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mavlud Çaoûşoglo da xuyakirin ku leşkerên Tirk wê ji nuqteyên çavdêriyê bar nekin û îdîa kir ku ti nuqteyên wan dorpêçkirî nîn in.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button