Li paytexta Sûriyê, Şamê teqînek pêk hat, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li çerxerêya Rewda a bajarê Seyde Zeyneb ya Şamê motorsklêtek bombebarkirî teqiya.
Li gorî çavdêriyê, di encama teqînê de 2 kes birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.
Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê jî li gorî Fermandariya Polîsan a gundewarê Şamê heman agahî piştrast kirin.