Li Derayê mayînek bi erebeyek hêzên hikûmetê ve teqiya

Li Derayê mayînek bi erebeyek leşkerên hikûmetê ve teqiya, di encamê de leşkerek hate kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Hikûmta Şamê ji bo girtina kesên ku li dijî hêzên wê li Derayê operasyonan dikin, karwanekî leşkerî şand bajêr.

Rewşa tevlîhev û bê-ewlehiyê li Derayê xirabtir dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihan ku li ser riya dinavbera bajarokê El-Hara û Zumrîn yên Derayê mayînek bi erebeyek hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya.

Di encamê de leşkerek hate kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Dîse li bajarê Newa yê Derayê çekdarên nenas leşkerekî hikûmeta Şamê kuştin.

Hikûmeta Şamê karwanekî leşkerî şand derayê

Ji bo vê rewşa xirab ya li Derayê amekariyên nû yên hikûmeta Şamê hene.

Hikûmeta Şamê ji bo girtina kesên ku li dijî hêzên wê yên li Derayê operasyonan dikin, karwarek leşkerî şand bajêr.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku karwanekî leşkerkî ku ji leşker û çekên giran pêk tê, gihştin başûrê bajarê Derayê.

Back to top button