Doza Kobanê ya li dijî siyasetmedarên Kurd dewam dike

Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş ku ji doza Kobanê tê darizandin îro parastina xwe dewam kir.
Di runiştina dozê de Demîrtaş diyar kir doza Kobanê, operasyona dewletê ye û got:
Tişta ku desthilat dixwaze di şexsê vê dozê de bidomînin, pêvajoya avakirina rejîma nîjadperest e.
Demîrtaş anî ziman ew di têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê de mafdar in û zû yan jî dereng wê teqez bi ser kevin.

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê, hatiye vekirin dewam dike.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin.

Doza ku li Girtîgeha Sîncanê a Enqreyê hat lidarxistin, gelek siyasetmedar bi rêya Pergala Deng û Dîmen tev li bûn.

Selahattîn Demîrtaş: Doza Kobanê, operasyona dewletê ye

Selahattîn Demîrtaş di rûniştina îro de parastina xwe domand û diyar kir doza Kobanê, operasyona dewletê ye.

Demîrtaş anî ziman bi vê doza kompasê re pergal û dîzayneke nû hate afirandin û wiha got:

Ji ber AKP’ê nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdar dest bi vê kompasê kir. Piştî serketin û heqîqeta HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hate dîtin, AKP-MHP û Ergenekonê di navbera xwe de tifaq çêkir.

Selahattîn Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û edî ew birêve dibe

Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş diyar kir dewlet niha MHP’ye û got, Pergala nû ya dewletê ev e.

Selahattîn Demîrtaş: Di şexsê dozê de dixwazin, pêvajoya avakirina rejîma nîjadperest bidomînin

Demîrtaş bi lêv kir tişta ku desthilat dixwaze di şexsê vê dozê de bidomînin, pêvajoya avakirina rejîma nîjadperest e û wiha bal kişande li ser helwesta muxalefeta Tirkiyê jî.

Lê muxalefet ne xwedî wê têgehiştinê ye ku vê yekê bibîne û hemû firsendan winda dike. Derfetên di hilbijartinê de derketin holê hatin pûçkirin. Muxalefeta ku derdora ji sedî 60-70 ye, li gel hev nehate girtin. Şaştiya herî mezin a muxalefetê ew e ku nikare ji kurdan re bibêje kurd, ji sosyalîstan re bibêje sosyalîst.

Selahattîn Demîrtaş: Em sûcdar nînin, mafdar in

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dawi anî ziman her ku ew aştiyê esas digrin, dethilat berê xwe dide şer û got:

Em sûcdar nînin, mafdar in. Zû yan jî dereng wê kesên mafdar teqez bi ser kevin.

Back to top button