DI ÇIL ROJIYA ŞEHADETA XWE DE BI MERASÎMEKÊ TÊ BI BÎRANÎN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb di çil rojiya şehadeta xwe bi merasîmekê tê bi bîr anîn.

Têkildarî merasîmê komîteya amadekar a merasîmê daxuyaniyek nivîskî da.

Komîteyê diyar kir ku wê merasîm bi slogana ” Bi rihê heval Helmet şoraşa demokratîk a Başûrê Kurdistanê bi serxin û xiyanetê bin ax kin” were lidarxistin.

Komîteyê bang li tevahiya aliyên siyasî û şêniyên kir ku bi girsesyê tevlî merasîma bîranînê bibin.

Li gorî komîteya amadekar wê merasîm li ber mala dayîka Şehîd Diyar Xerîb ya li taxa Bextiyarî ya li nêzî Meheda bajarê Silêmaniyê, 14’ê Tebaxê di saet 16:00’an de were lidarxistin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) tevî du gerîlayên din 5 Tîrmeha derbasbûyî di encama êrîşek hewayî ya balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser Qendîlê de şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button