Li Colemêrgê desteya sindoqê ji aliyê AKP’ê ve hate diyarkirin

Li Bakurê Kurdistanê parastina dengên hilbijêran di xeteriyê de ye.
Serokê AKP’ê yê Colemêrgê dest danî ser lîsteya endamên desteya sindoqê ya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û lîsteya xwe da Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.

AKP ku hemû hêzên dewletê li Bakurê Kurdistanê ji bo karên xwe yên hilbijartinê bi kar tîne, zext û zordariyê dike, gefan dixwe, hîleyan dike.

Li Colemêrgê nêzî 200 hezar hilbijêr hene.

Colemêrgî wê li 590 sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Wezîfedarên cemaweriyê yên ku li ser sindoqan wezîfeyê bikin, ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve têne hilbijartin.

Lîsteya wezîfedarên cemaweriyê yên ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wezîfeyê bikin ji aliyê Serokê AKP’ê yê Bajêr Emrûllah Gur ve hate desteserkirin.

Gur ê AKP’î wezîfedarên li ser sindoqê bi xwe hilbijart. Gur lîsteya xwe bi zorê li ser Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ferz kir.

“Dengdana ji bo Partiya Çepên Kesk berpirsyariyeke dîrokî ye”

Back to top button