Çalakvanên Behdînanê bêdengiya desthilatdarên Başûrê Kurdistan a li beramberî êriş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir û gotin:“Ev êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Herêmê ye.”
Çalakvan Şivan Seîd ku yek ji girtiyên Behdînanê bû diyar kir ku yek ji sedemên girtina rojnemevan û çalakvanan dij derletina wan ji kiriyarên dewleta Tirk re ye.
Şivan da zanîn ku êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Herêmê ye .
Şivan Seîd destnîşan kir ku dijminên Kurdan dixwazin bi rêya topbaran û dagirkeriyê statûya Başûrê kurdistanê ji holê rabikin.
Çalakvan Arîwan Îsa jî îşaret bi êrîş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker kir û li dijî pîvanên mafê mirovan û binpêkirina serweriya xaka başûrê kurdistanê û îraqê bi nav kir .
Di dawiyê de Arîwan got:
“Pêwîste ji bo bi dawîkirina êrişan ku rojane di encamê de sivîl dibin qurbanî, pêngavên pêwîst werin avêtin.”