Jinên Ranya: Divê jin li dijî tecrîdê xwedî helwest bin

Jinên Ranyayê diyar kirin ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê têkoşîn kir ji bo vê yekê divê jin jî li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

Jina bi navê Sêwe Xidir diyar kir ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê têkoşîn kir ji bo vê yekê divê jin jî li dijî tecrîdê xwedî helwestên cidî bin.

Sêwe got: ”Em ti carî ji xeyalên dijmin natirsin.

Ez bang li hemû jinan dikim ku bi hevgirtî dakevin qadan û banga zadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Her wiha daxwaz li Rêxistinên Mafê Mirovan û Rêxistina navneteweyî jî dikim, bêdeng nemînin da ku ev tecrîd bi dawî bibe.”

Her wiha Jina bi navê Esmer Elî jî li ser heman mijarî axivî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û daxwaz kir ku demil dest jin dakevin qadan û tecrîdê bişkînin

Back to top button