Harûn Okay: Eger tecrîd bi dawî bibe wê dijberiya civakê bi dawî bibe

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Wanê Harûn Okay diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

Harûn bi bîr xist ku Rêber APO ev 24 sal in tecrîdkirî ye, lê di salên dawî de tecrîd di nava tecrîdê de lê tê ferzkirin.

Okay destnîşan kir ku Hiqûqa navneteweyî û navxweyî bi rêya tecrîdê tê binpêkirin.

Harûn da zanîn ku ger tecrîd bi dawî bibe wê dijberiya li nava civakê hatiye afirandin bi dawî bibe.

Okay anî ziman ku qedexeya hevdîtinên bi Rêber Apo re li derveyî hiqûqê ye.

Harûn di dawiyê de ji bo pêkhatina aştiya civakî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku di mijara rakirina tecrîdê de bêdeng nemînin.

Yek ji parêzerên Rêber Apo Muharrem Şahîn rojeva tecrîdê nirxand

Back to top button