Jinên Ciwan: Li dijî tecrîdê divê em têkoşînê mezin bikin

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê diyar kirin ku ew ê têkoşînê bi xurtî berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Fatima Remedan nerazîbûn nîşanî tecrîda li dijî Rêber Apo da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi şandina nameyên gefan hewl dide îradeya jinan bişkîne .

Fatima destnîşan kir ku ewê li hemberî her kesê ku hewl didin ziyanê bidin Rêber Apo bisekinin.

Nûra Nasir jî kiryarên dewleta Tirk bi kiryareke dermirovî wesifand û anî ziman ku divê ciwan li hemberî kesên hewl didin zerarê bigihînin Rêber Abdullah Ocalan, serî hildin.

Semer Hisên jî got: “Hebûna Rêber Apo hebûna me ye.”

Semer bang li hemû beşên civakê kir ku divê têkoşîn û berxwedanê xurt bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Bi dehan ciwanên herêma Firatê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Back to top button