Mîhrîcana 6’emîn a Wêje û Hunera Jinan dest pê kir

Bi diruşma “Jin rihê çandê nûjen dike” çalakiyên Mîhrîcana 6’emîn a Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê mîhrîcan bi rêxistin kir.

Mîhrîcan ji bo nîşandana reng, deng, çanda jinan a bi rihê têkoşîn û berxwedanê têr û tijî ye, hat lidarxistin.

Jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan ji rewşenbîr, xwendekarên wêjeyan û kesayetên siyasetmedar û nûnerên rêxistinan amade bûn.

Di mîhrîcanê de berhemên destan û keleporî pêşkêş kirin, her wiha cilên tevahî pêkhat hatin pêşkêşkirin û pêşangeke wêneyan hate vekirin.

Piştre gelek komên huner û folklorî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Herr wiha pêşangeha keleporî jî hat vekirin

Mîhrîcan du rojan dewam dike.

Di roja duyemîn de wê komxebatên çîrok, helbest, kurtefîlmek were lidarxistin, her wiha şanoya Kevana Zêrîn a “Qîrinê” dê were pêşkêşkirin.

Mîhrîcan dê bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

Back to top button