Çeteyan êrîşî baregeheke artêşa hikûmeta Şamê kir.. Kuştî û birîndar hene

Li Idlibê komên çete yên bi ser Tirkiyê ve, baregeheke artêşa hikûmeta Şamê kir armanc, kuştî û birîndar jî hene. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh komên çete yên bi ser Tirkiyê ve, baregeheke artêşa hikûmeta Şamê ya li gundê El-Fitêra yê Idlibê bi mûşekeke bidestçêkirî kir armanc.

Di encamê de, kuştî û birîndar cêbûn, lê hejmara wan heta niha nehatiye biparvekirin.

Artêşa Tirk 20 maşîne derbasî devera qaşo “bêçek” kir

Li aliyekî din jî, heman çavkaniyê diyar kir, artêşa Tirk 20 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk derbasî devera qaşo “bêçek” kir.

Ji destpêka ragihandina agirbesta 5 Adara par û heya niha, 8 hezar û 315 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk, derbasî Idlibê bûne.

Back to top button