Artêşa Iraqî: 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

DAIŞ’ê plan dike ku dîsa rabe ser pêyan û bi xurtî vegere. Li Iraqê, 10 çete di çarçoveya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, hatin girtin. Her wiha li Libnanê jî, 18 çeteyên DAIŞ’ê ketin destê Rêveberiya Istixbaratê. 

Berdevkê hêzên artêşa Iraqî Yehya Resûl roja Yekşemê diyar kir li 5 parêzgehan operasyonên cuda yên li dijî hovên DAIŞ’ê pêk hatin.
Di encamê de, 10 çete hatin girtin.
Yehya Resûl zêde kir ku li parêzgeha Enbarê jî, hêzên asîmanî stargeheke çeteyan ku hatî dîtin, rûxandin.
Li gorî Koalîsyona navdewletî, di meha Sibatê de, 73 operasyon li dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyê pêk hatin û tê de 90 çeteyên DAIŞê hatin girtin.

Istixbarata libnanî girtina 18 DAIŞ’iyan ragihand

Li Libnanê jî, êdî DAIŞ şaxên xwe fireh dike..
Rêveberiya Istixbarata Libnanî ragihand ku, jê 12 Sûrî û 6 Libnanî, 18 çeteyên DAIŞê ku plana êrîşên terorîst dikirin, hatin girtin.
Li gorî rêveberiyê, DAIŞ dixwaze bi rêya bikaranîna penaberên kampa penaberan a li navçeya Ersalê zindî bibe.
Her wiha di encama maliştina li Kampê, madeyên bombekirî û çekên ku di xendeqan de hatibûn veşartin, hatin dîtin.
Back to top button