Şêniyên Tirbespiyên banga birîna cezayên giran li sûcdar kir

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destdirêjiya li dijî zaroka 4 salî şermezar kir û bang li Dadgeha Gel kir ku cezayên herî giran li sûcdar bibire.
Serdozgeriya Giştî li herêma Cizîrê jî da zanîn ku cezaya dawî nagihêje asta bidarvekirinê û dibe cezaya zindanê heta hetayê li sûcdar bibirin.

Ji bo adaleta miovahî pêk bê û kesên bêwijdan binpêkirinan der heqê zarokatiyê de nekin, bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya Dadgeha Gel kom bûn.

Şêniyan hêrsa xwe ji ber destdirêjiya li keça biçûk a 4 salî diyar kir û banga cezayên herî giran der heqê sûcdar de kir.

Ji rêveberên Dadgeha Gel Hac Ebdî Silêman ji şêniyan re teqez kir ku dadgeh li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser biryaran digire û dê cezayên giran li sûcdar were birîn.

Serdozgeriya Giştî ya herêma Cizîrê: Dibe cezaya heta hetayê li sûcdar were birîn

Serdozgeriya Giştî ya herêma Cizîrê eşkere kir ku lêpirsîn derbarê doza dersdirêjiya li zarokê di van her du rojan de wê bi dawî bibe.

Serdozgeriyê da zanîn ku cezaya dawî nagihêje asta bidarvekirinê, ji ber di qanûnên Rêveberiya Xweser de ev ceza tune ye û wê cezaya zindanê heta hetayê li sûcdar bibirin.

Li gorî lêpirsîn û lêkolînên Serdozgeriyê, sûcdar ne-amadebûna hevjîna xwe keysbaz kir û destdirêjî li zarokê kir, dibe ku heman kirin li zarokine din jî kiriye..

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, berî çend rojan destdirêjî li zarokeke 4 salî hate kirin. Malbata zarokê jî doz ji Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê re, rakir.

Li gorî nivîsgeha ragihandina Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê; destdirêjî li mala sûcdar çêbû.

Back to top button