Kongressa Amerîkî li dijî binpêkirinên Tirkiyê bang li rêveberiya Biden kir

Ji Kongressa Amerîkî dîsa bangên ji bo rawestandina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê hatin kirin.

170 parlamenterên Kongressê bi daxwaznameyekê bang li rêveberiya Joe Biden kir ku rê li ber binpêkirinên Tirkiyê yên mafên mirovan bigire.

Parlamenteran di daxwaznameyê de da xuyakirin ku paşdeketina demokrasiyê li Tirkiyê, bûye jêdera metirsiyeke mezin.

Her 170 parlamenteran her wiha, diyar kir Erdogan û AKP’ê, dozgeriya Tirkiyê lawaz kiriye, hevalbendên xwe li desthilatên leşkerî û istixbaratî bi cih kirine.

Weke îşaret bi girtin û binçavkirinên der heqê endamên HDP’ê de jî, Parlamenterên Amerîkî bi bîr xist ku Erdogan rikberên siyasî û gelek rojnamevan avêtine binê zindanan.

Back to top button