Sînem Mihemed: Em hêvî dikin rêveberiya Biden girîngiyê bide dosyaya Sûriyê

Nûnera MSDê ya li DYA Sînem Mihemed destnîşan kir ku têkiliyên wan û rêveberiya Amerîkayê berdewam in û piştgiriya QSD û MSDê dikin.
Sînem Mihemed hêvî kir ku rêveberiya nû rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û destekê pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike.

Nûnera MSDê ya li DYA Sînem Mihemed hêvî kir ku rêveberiya Biden girîngiyê bide dosyaya Sûriyê û destekê pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, pir ji aliyê Tirkiyê de sist bû û destek da wê li bakur-rojavayê Sûriyê.

Tevî nakokiyên wan jî, rê da Tirkiyê ku êrîşî Serê Kanî û Girê Spî bike, her wekî çav ji dagirkeriyê Efrînê jî girt.

Sînem Mihemed siyaseta rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden a der barê Sûriye û Bakur û Rojhilatê wê, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Sînem destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê di vê demê de, hewl dide mekanîzme û rêbazên çareseriyê diyar bike da ku bigihêje çareseriya aloziya Sûriyê.

Sînem hêvî kir ku rêveberiya Joe Biden girîngiyê bide dosyaya Sûriyê û roleke piştgir di dîtina çareseriyan de bilîze, her wiha li ser asta siyasî jî piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.

Tê zanîn, serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama Hêzên Sûriya Demokratîk weke xêza sor bi nav dikir, Biden ê ji heman partiya demokratîk e jî, li gorî çavdêran dibe ku heman siyasetê bimeşîne, dibe jî roleke nû di dosyaya Sûrî de bigerîne.

Sînem Mihemed: Têkiliyên me bi rêveberiya Biden re berdewam in

Nûnera MSD’ê îşaret pê kir ku têkiliyên wan li Waşingtonê bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re berdewam in û got:

“Tîma ku hatiye erkdarkirin çi li Wezareta Derve yan Koşka Spî yan jî Pentagonê be, hemû rewşa li herêmên me, Iraq û Sûriyê dizanin.

Berê jî ji nêz ve bi MSD û QSD’ê re kar kirine û projeya wan a demokratîk a pirrengî nas kiriye.”

Sînem Mihemed: Rêveberiya Amerîkayê piştgiriya QSD û MSD’ê dike

Nûnera MSDê ya li DYA Sînem Mihemed da zanîn ku MSDê ya li Waşingtonê, têkiliyên xwe bi endamên Kongressa Amerîkayê re didomîne û teqez kir ku endamên herdu partiyan piştgiriya QSD û MSDê dikin.

Back to top button