Çalakiya greva birçîbûnê 96 roj li pey xwe hiştin

​​​​​​​Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li girtîgeh û derveyî wan bi vîneke xurt mezintir dibe.
Nivîskar û rojnamevanê Iraqî Elî Nacî diyar kir ku Insiyatîfa Erebî ya azadiya Abdullah Ocalan roj bi roj firehtir dibe. 

Berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku li gelek welatan hatiye destpêkirin bi vîneke xurt dimeşe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan dest pê kirî, di roja 96’an û ji aliyê koma 20’an ve didome.

Li Mexmûrê jî, çalakiya grevê ev 75 roj û li Yûnanistanê jî 58 roj in li dar e.

Kurdên li Kolnê ji bo azadiya Rêber APO ji NY re name şandin

Hevparên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê name ji Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re bê navber dişînin.

Di nameyên ji bo Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gûterres re hatine şandin de, daxwaza azadiya Rêberê Ocalan hat kirin.

Çalakiya kon a 5 rojan li Hannoverê dest pê kir

Dem bi dem qada daxwaxgirên azadiya Rêber APO fireh dibe û li bajarê Hannover ê Almanyayê ji bo şermezarkirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêbertî çalakiya kon a 5 rojan hate destpêkirin.

Çalakî ji NAV-DEM ve hatiye birêxistinkirin û tê de, li ser tecrîd û zilma ku li ber çavê cîhanê li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, nîqaş hatin kirin û broşur jî hatin belavkirin. Çalakî wê heta roja Înê dom dike.

Elî Nacî: Insiyatîfa Erebî ya azadiya Rêber APO roj bi roj firehtir dibe

Nivîskar û rojnamevanê Iraqî Elî Nacî têkildarî Insiyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê komek rewşenbîrên Misirî û Ereb hatiye destpêkirin, firehbûna wê diyar kir.

Elî Necî eşkere kir ku ew dixwazin nêrînan der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Abdullah Ocalan tên kirin û li hemberî hemû azadîxwazên ku bêguneh hatine girtin, werin zanîn.

Dr.Fernaz Etiye Ehmed jî, Profesora Zanistên Siyasî û Endama Insiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa nûçeyan ANHA’yê de da zanîn ku wan heta niha 8 hezar îmze ji bo azadiya Rêber APO kom kirine û piştrast kir ku insiyatîfa wan berdewam e.

Back to top button