Pentagon: Di êrîşa nêzî Bûkemalê de 1 çekdar hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne

Amerîka da xuyakirin ku di êrîşa Pêncşemê ya li ser baregeha komeke girêdayî Îranê li nêz bajarê Bûkemalê yê Dêra Zorê de, 1 çekdar hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Berdevkê Pentangonê John Kirby da zanîn ku li gorî bîlançoya niha, 1 alîgir di êrîşê de hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne û got:

“Eger bîlanço were guhatrin, em ê agahiyan bi par ve bikin.”

John Kirby her wiha teqez kir ku 9 avahiyan çekdaran di heman lêdanên mûşekane de hatine rûxandin.

Hingê, Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan jî diyar kiribû ku 22 çekdarên Hizbullaha Iraqî ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin, di bombebarana Amerîkî de hatibûn kuştin.

Back to top button